Îsmaîl Qaanî derket holê!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Qaanî Şerê Xezeyê Hesen Nasralah Ebas Nîlfiroşan Îrec Mescîdî Supaya Pasdaran a Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî di merasîma veşartina Ebas Nîlfiroşan derket holê.

Ajansa Mehrê ya Îranê dîmenekî Îsmaîl Qaanî yê bi çend fermandaran din ên Supaya Pasdaran re belav kir.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsmaîl Qaanî tevî fermandaran din li Balafirgeha Mehr Abadê ya li Tehrana peytexta Îranê tevlî merasîma hatina cenazeyê Ebas Nîlfiroşan bûye.

Îsmaîl Qaanî piştî kuştina Qasim Silêmanî bûbû Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê.

Sala 2020î serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump fermana kuştina Qasim Silêmanî dabû.

Qasim Silêmanî di êrişeke dronî ya Amerîkayê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hatibû kuştin.

Çi bûbû?

Îsmaîl Qaanî herî dawî li Libnanê hatibû dîtin û li ser aqûbeta wî çend îdia hebûn.

Li gorî hinek raporên medyayî, guman hebû ku Îsmaîl Qaanî jî li Beyrûtê di êrişên Îranê de tevî Haşim Sefiyedîn hatibe kuştin.

Li gorî medyaya Îsraîl û Amerîkayê, Îsmaîl Qaanî li Beyrûta paytexa Libnanê bû û piştgirî dida Hizbulaha Libnanê.

2 berpirsên Supaya Pasdaran ji Reutersê re axivîbûn û wan jî diyar kiribû ku Îsmaîl Qaanî ji bo piştgiriyê bide Hizbulaha Libnanê çûye Libnanê û piştî êrişên Îsraîlê yên li Libnanê pêwendiya wan bi Qaanî re qut bûye.

Alîkarê Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îrec Mescîdî li ser wan îdiayan axivîbû û diyar kiribû ku Îsmaîl Qaanî bi silamet e û karên xwe yên rojane dike.

Fermandarê Supaya Pasdaran yê Libnanê Ebas Nîlfiroşan 27ê Îlonê di êrişa Îsraîlê ya li ser baregeha Hizbulahê de de tevî Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst