Nûnerê Îranê li OPECê: Rûsya û Erebistan pêşwaziya dorpêçên Amerîkayê kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Îranê li OPECê Hisên Kazimî Erdebîlî ragihand ku Rûsya û Erebistana Siûdî pêşwaziya dorpêçên Amerîka li ser Îranê kirine.

 

Nûnerê Îranê di rêkxistina OPECê de, Hisên Kazimî Erdebîlî diyar kir ku Rûsya û Siûdiye li pey bidestxistina pişka Îranê ji bazara neftê ne, lewra wan welatan pêşwazî li dorpêçên Amerîka bo ser Îranê kirine.

 

Hisên Kazimî Erdebîlî piştrast jî kir ku hişyariyên Îranê ji bo guhertina helwestên Siûdiye û Rûsya bandorek nebûne.

 

Ev gotinên nûnerê Îranê di OPECê de çend rojan piştî vê yekê tên ku Rêbverê Îranê, Elî Xaminêyî li Tehranê di hevdîtinekê de li gel Vladimir Putin daxwaz kir ku Rûsya li dijî dorpêçên Amerîka derkeve.

 

Nûnerê Îranê di OPECê de herwiha zêdekirina asta berhemanîna petrolê ji aliyê Îmarat û Iraqê ve jî rexne kiriye.

 

Wezîrê Enerjiya Amerîka, Rîk Pêrî roja Înê serdana Moskowê kir û ragihand: “Rûsya, Erebistana Siûdî û Amerîka dikarin nebûna nefta Îranê di bazara cîhanê de qerebû bikin.”