Li Îranê hejmarek parêzer û çalakvan hatin desteserkirin

15-08-2021
Nîşan Îran Çalakvan Parêzer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê hejmarek parêzer û çalakvanên sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin û hêzên emnî sedema girtina wan kesan eşkere nekirine û nayê zanîn jî ka bo çi cihekî hatine veguhestin.

Li gor wan raportên belav bûne, êvara roja Şemiyê 14ê Tebaxa 2021ê bi kêmanî 7 parêzer û çalakvanên mafên mirov li tehranê hatine desteserkirin. Hinek çavkanî behsa wê yekê dikin ku dibe hejmara girtiyan zêdetir be.

Li gor raporta Ajansa Komeleya Çalakvanên Mafên Mirov (HRANA), hevdem ligel girtina wan kesan, hêzên ewlekariyê hinek kelûpelên taybet wek mobaîlên wan kesan jî ligel xwe birine. Hêzên ewlekariyê bo desteserkirina wan kesan ti biryareke dadgehê pêşan nedaye.

Areş Keyxusrewî, Mihemed Riza Feqîhî, Mihemed Hadî Îrfaniyan û Leyla Xizrî ew parêzer in ku hatine desteserkirin. Mistefa Nîlî her li ofîsa xwe hatiye desteserkirin. Herwiha çalakvanên sivîl Mehdî Mehmûdyan û Miryem Feraefraz hatine desteserkirin.

Parêzerên desteserkirî berê parêzeriya girtiyên siyasî, çalakvanên xwendekarî, rojnamevan, çalakvanên sivîl û xwepêşanderên girtî kiribûn. Li gor hinek çavkaniyan, eger heye ew kes ji ber wê yekê hatibin desteserkirin ku xwestine derbarê krîza Corona û mirina dehan hezar kes de doze li dijî Rêberê Îranê Seyîd Elî Xamneyî û hejmareke din a berpirsên Îranê tomar bikin.

Parêzer Seîd Dêhqan li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Desteserkirin berî wê yekê ye ku doz bê tomarkirin, nîşaneya tirsa ji hedbider a ji dadxwaziyê ye.” Ew kes di demekê de hatine girtin ku Serokê Saziya Dada Îranê Xulamhusên Êjeyî, tenê çend hefteyeke ew berpirsyarî wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst