Hesen Rohanî bû serokomarê nû yê Îranê

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê reformxwaz ê yazdemîn hilbijartinên serokomariya Îranê Hesen Rohanî bû serokomarê nû yê Îranê.

Wezîrê navxwe yê Îranê Mustefa Mihemed Necar ragihand ku Hesen Rohanî bi 18 milyon û 613 hezar û 329 deng wek serokomarê nû yê Îranê hat hilbijartin.

Necar da zanîn ku bi giştî 36 milyon û 704 hezar û 156 kes beşdarî hilbijartinên serokomariyê bûn û ragihand, ev jî nîşan dide ku rêjeya beşdariyê 72.7% bûye.

Hesen Rohanî, sala 1948 li devera Sorxe ya bajarê Simnan ê Îranê ji dayik bûye. Rohanî li Hozeya Ilmiye bajarê Qomê de dersên olî û fiqhî xwendiye û her wiha dîplomaya hiqûqê li zanîngeha Tehranê wergirtiye.

Hesen Rohanî her wiha li Brîtanya di beşa hiqûqa bingehîn de dîplomaya doktorayê ji zanîngeha Glasko wergirtiye û ji sala 2007an ve nasnameya parêzertiyê wergirtiye.

Rohanî zimanên farsî, înglîzî, almanî, fransî, rûsî û erebî dizane û 3 kur û 2 keçên wî hene lê kurekî wî miriye.

Di hilbijartinên serokomariyê de serokomarên berê yên Îranê Xatemî û Refsencanî piştevaniya Rohanî kirin.