Rohanî heta niha jî li pêşiya hevrikên xwe ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên herî dawî yên hilbijartinên serokomariya Îranê, namzedê reformxwaz Hesen Rohanî li pêşiya hevrikên xwe ketiye û li pey wî jî şaredarê Tehranê Qalîbaf heye.

Li gorî nûçeya ajansa Fars a îranî, wezareta navxwe ya Îranê ragihand ku heta niha ji 27 milyon û 594 hezar û 719 deng hatiye jimartin ku 26 milyon û 682 hezar û 84 deng wek dengên rast hatine jimartin.

Li gorî nûçeyê, ji wê rêjeya dengên ku hatine piştrastkirin namzedê reformxwaz Hesen Rohanî 14 milyon û 20 hezar û 139 deng bidest xistiye û di rêza yekem de ye, li pey Rohanî şaredarê Tehranê Mihemed Baqir Qalîbaf tê ku 4 milyon û 369 hezar û 985 deng bidest aniye. Di rêza sêyem de jî Seîd Celîlî tê ku 3 milyon û 163 hezar û 211 deng qezenc kiriye.

Mohsin Rizayî di rêza çarem,  Elî Ekber Vilayetî di rêza pêncem û seyid Mihemed Xerezî jî di rêza şeşemîn de ye.

Tê zanîn hilbijartinên serokomariya Îranê duh (14.06.2013) bi hevrikiya 6 namzedan hatibû sazkirin.

Heta niha agahiyên hûr li ser rêjeya beşdariya xelkê Îranê di hilbijartinan de nehatiye belavkirin.