Îran: Birîna Helebceyê ti carî nakewe

15-03-2024
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Helebceyê Îran Nasir Kenanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkî Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî di 36emîn salvegera kîmyabaran Helebceyê de got, “Trajediya Helebceyê birînek e ku tu carî nayê jibîrkirin.”

Sibe 36 sal bi ser komkujiya Helebceyê re derbas dibin.

Berdevkî Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî ji bo 36emîn salvegera komkujiya Helebceyê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

“Roja ku qedera bajarekî di çend çirkeyan de guherî”

Nasir Kenanî di peyama xwe de got, “16ê Adarê salvegera êrîşa hovane ya rejîma Beesê ya bi çekên kîmyayî li ser xelkê bêguneh ê Helebce ye.

Roja ku qedera bajarekî di çend çirkeyan de guherî û zêdetirî 10 hezar kesan ji ber gaza jehrîn canê xwe ji dest da.”

Kenanî di berdewamiya peyama xwe de wiha anî ziman:

“Ji bo Xelkê Helebceyê û xelkê bajarên ser sînorê Îranê re ku berê rastî êrişa çekên kîmyayî hatin û piştre birîndarên vê karesata dîrokî hembêz kirin, ew roja reş û tarî qet nayê ji bîr kirin.”

“Dabînkirina çekên kîmyayî ya ji aliyê welatên rojavayî ve ji birînên xelkê Helebceyê gelekî bi êştir bû”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi tundî civaka navneteweyî rexne kir û wiha pê de çû:

“Bîranîna trajediya tal a Helebçeyê di dîrokê de dijwartir dibe dema ku tê bîra me ku rejîma Baas bi saya hin welatên Ewropayê karîbû bombeyên kîmyayî çêbike.

Tevî qedexekirina bikaranîna van çekên nemirovane, gelek caran di şerê ferzkirî de li dijî hêzên Îranê bi kar anî û di dawiyê de jî bi awayekî berfireh ji bo cezakirina xelkê bakurê Iraqê bikar anî.

Piştevanî û berteka hin welatên rojavayî li ser peydakirin û bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rêjîma Beesê ve ji birîn û azarên xelkê Helebce û Serdeştê gelekî bi êştir bû.”

Di 16ê Adara 1988an de Helebce ji aliyê desthilata wê demê ya Îraqê ve hat kîmyabarankirin

Di encamê de nêzî 5 hezar kes şehîd ketîn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî

Îran: Em dê teqez bersiveke tund bidin Îsraîl û Amerîkayê

Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku ew dê ji ber çalakiyên wan ên dijî Îranê teqez bersiveke tund bidin hem Îsraîlê û hem jî Amerîkayê