Li Îranê êrişa çekdarî: 3 leşker hatin kuştin

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Sîstan û Belûçistan Îran Êrişa Çekdarî Ceyşûl Edl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya Îranê di şerekî çekdarî de 3 leşkerên Îranê hatin kuştin, her wiha 4 êrişkar jî hatin kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişa çekdarî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Di çarçoveya Operasyonên Şehîdên Asayîşê de li navçeya Raskê ya eyaleta Sîstan û Belûçistanê di şerê li dijî endamên terorê de 4 terorîst hatin kuştin û 6 jî hatin desteserkirin.”

Hat ragihandin ku di şerê çekdarî de 3 leşker jî ji aliyê êrişkaran ve hatine kuştin.

Berdevkê “Operasyonên Şehîdên Asayîşê” ya Supaya Pasdaran a Îranê Ehmed Şifayî di daxuyaniya xwe ya 10ê mehê de diyar kir ku di çarçoveya operasyonan de endamên rêxistinê yên ku hatine kuştin derket 15an.

Ehmed Şifayî her wiha diyar kiribû ku hejmara kesên ku hatine desteserkirin jî 33 ye.

Li herêma Teftanê ya eyaleta Sîstan û Belûçistanê 26ê Çiriya Pêşîn li ser sînorê Pakistanê komekê êrişî nobedarên sînor ên Îranê kiribû û 10 leşker hatibûn kuştin.

Rêxistina Belûçiyan a bi navê Ceyşul Edlê berpirsyariya êrişê girtibû ser xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst