Xamineyî: Şer dernakeve û danûstandina bi Amerîkayê re jî weke jehr e

14-05-2019
RÛDAW
Nîşan Xamineyî Îran Amerîka Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Îranê Elî Xamineyî ragihand ku ew dê li ber xwe bidin û şer jî dernakeve, herwiha danûstandinan jî red dike û dibêje "danûstandinên li gel Amerîkayê weke jehr e".

 

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li gel rayedarên bilind ên hikûmetê, dezgehên dad, parlemento û fermadarên leşkerî civiya û behsa rewşa herî dawî ya herêmê kir.

 

Li ser kûrbûna nakokiyên navbera Îran û Amerîkayê, Elî Xamineyî ragihand: “Şer dernakeve, çimku rûbirûbûn, rûbirûbûnên îrade ne û îradeya me jî bihêztir e, ji bilî îradeya me, piştevaniya me ya Xweda jî heye. Ne em li pey şer in, ne jî ew, çimku ne di berjewendiya wan de ye.”

 

Elî Xamineyî herwiha dibêje: “Bijardeya me berxwedana li hember Amerîkayê ye û di rûbirûbûnê de jî Amerîka dê neçar bibe ku paş vekişe.”

 

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi daxwaza hinek kesên navxweya Îranê ya li ser danûstandina li gel Amerîkayê kir û got: “Hinek kes dibêjin 'çi eybê danûstandinê heye?', lê danûstandin jehra dubare ye, heta ku Amerîka ev Amerîka be ku niha heye. Gotûbêj ango serederî û danûstandin, lê tiştê ku Amerîkayê kiriye armanc, xala me ya bihêz e.”

 

Xamineyî dibêje: “Nabe em li ser wê danûstandin bikin ku çima mûşekên me yên dûravêj hene û divê mesafeya wan were kurtkirin daku dema li me bidin, em nekarin bersiv bidin. Bi vê şêweyê jî ti Îraniyekî bi xîret û hişyar li ser xala xwe ya bihêz serederî nake, yan jî dixwazin li ser kûrahiya stratejiya Îranê danûstandinê bikin, ev jî tê wateya jidestdana wê stratejiyê.”

 

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê rexneyên tundtir li Amerîkayê girt û ragihand: “Bi vê şêweyê naveroka danûstandinê xelet e, heta li gel mirovên rêkûpêk, ev ne mirovên rêkûpêk in jî, çimku ne pabendî ti tiştekî ne, ti kesekî me yê bi aqil li pey danûstandinê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst