Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da Îsraîl û Amerîkayê

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê got, “Dibe ku mijar bi dawî bûbe. Eger Îsraîl xeletiyeke din bike, dê bersiva Îranê pir girantir be.”

Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî got:

“Ev kiryara leşkerî ya Îranê li gorî madeya 51ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî ya derbarê parastina rewa de, berteka li hemberî destdirêjiya Rejîma Siyonîst a li dijî baregehên me yên dîplomatîk ên li Şamê bû."

Nûnertiya Îranê di beşeke din a daxuyaniyê de ragihand:

“Dibe ku mijar bi dawî bûbe.

Lêbelê, eger rejîma Îsraîlê xeletiyeke din bike, dê bersiva Îranê pir girantir be."

Herwiha Nûnertiya Îranê ya NYyê hişyarî da Amerîkayê jî û wiha pê de çû, “Ev nakokî di navbera Îran û rejîma hov a Îsraîlê de ye ku divê Amerîka ji vê dûr bisekine!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst