Îranê ji bo 22 hezar xwepêşanderan efû derxist

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo 22 hezar kesên ku di xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpêkiribûn hatibûn desteserkirin efû derket.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Wezîrê Dadê Xulamhusên Muhsînî Êjeyî di civîna Encumena Bilind a Dadweriyê de got ku nêzîkî 22 hezar kesên ku di xwenîşandanan de hatibûn girtin, dê serbest bên berdan.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihandibû ku dibe ku rêberê olî yê wî welatî Elî Xamineyî hejmareke zêde ji kesên ku piştî xwepêşandanan hatibûn girtin beriya meha Remezanê efû bike.

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî roja 13ê Îlonê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê bi tohmeta cilûbergên wê li gor hîcaba îslamê nînin, hatibû desteserkirin û piştî ku bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Emînî, xwepêşandanên ku di 17ê Îlonê de li bajarê wê Seqizê dest pê kiribûn, di serî de li bajarên Kurdan, li seranserê welêt belav bûn û veguherî xwepêşandanên dijî hikûmetê.

Di xwepêşandanan de bi sedan xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan, û bi deh hezar xwepêşander jî hatin desteserkirin.

Zêdetirî 500 kuştî

Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku zêdetirî 500 xwepêşanderan di xwepêşandanên ku 5 meh bê navber berdewam kirine de jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê tomar kirin ku tenê li bajarên Kurdan 125 kes hatine kuştin. Parêzgehek din a ku herî zêde mirin lê çêbû Sîstan-Belûcistan e. Di xwepêşandanên piştî nimêja înê de, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest dan.

4 kes hatin bidarvekirin

Piştî xwepêşandanan bi dehan kes bi cezayê darvekirinê hatin darizandin, Muhsîn Şikarî di 8'ê Kanûnê de, Mecîdrîza Rahneverd di 12'ê Kanûnê de û Muhammed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî di 7'ê Çile de hatin bidarvekirin.

Herwiha hejmara kesên ku di çarçoveya xwepêşandan de cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birrîn gihîştiye 17 kesan.

Bidarvekirin bûn sedema hêrsa cîhanî û sizayên nû yên rojavayî li dijî Tehranê. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku navenda wê li Londonê ye, Îran piştî Çînê di sepandina cezayê darvekirinê de di rêza duyemîn de ye û di sala 2021’an de herî kêm 314 kes hatine darvekirin.