Îran: 3 girtiyên Kurd hatin darvekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kerecê yê Îranê 3 girtiyên Kurd hatin darvekirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, welatiyên Kurd ên bi navê Emîn Zakir Kakewend, Rehîm Emîrî û Celîl Hecîawayî bi tohmeta “bazirganiya madeyên hişbir” cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.
Her 3 girtiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ku li girtîgeha navendî ya bajarê Kerecê dihatin girtin, doh hatin darvekirin.
Li gorî zanyariyan, Celîl Hecîawayî ji bajarê Kenqewarê û Emîn Zakir û Rehîm Emîrî ji parêzgeha Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Li aliyê din pêncşema borî jî 2 Kurdên bi navê Mocîtebe Emîrî (42) û Menûçer Berizger (40) ên ji bajarê Hersinê yê parêzgeha Kirmaşanê bi tohmeta “bazirganiya madeyên hişbir” li girtîgeha navendî ya Kerecê hatibûn darvekirin.
Herwiha hefteya borî 6 Kurd ên bi navê Sirûs Heyderî, Xalid Rohî û Kemal Îlhamî yên ji bajarê Sineyê û Elî Şahînnejad, Solet Tosen û Can Elî Nedîmî yên ji Urmiyeyê hatibûn darvekirin.
Li gorî amarîn Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê par 582 kes hatine darvekirin, 2021ê jî 331 kes hatibûn darvekirin.