Erdhejekê Xorasan hejand

13-09-2021
RÛDAW
Nîşan Erdhej Xorasan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdhejeke bi hêza 5.2 pileya rîxterê Xorasana Îranê hejand ku navenda erdhejê nêzîkî bajarê Qoçanê yê Kurdnişîn e.

Erdhejeke bihêz her du parêzgehên Xorasana Rezewî û Bakur li bakûr rojhilatê Îranê hejandin û Qaymeqamê Qoçanê dibêje, “Eger heye xesar hebin” û tekez kir, “Xelkê bajar hemû derketiye derve.”

Navenda erdhejê nêzîkê bajarê Qûçanê yê Kurdnişîn e li parêzgeha Xorasana Rezewî. Nêzîktirîn bajarê din li wê erdhejê, bajarê Bêcnûrdê ye ku ew jî bajarekî Kurdnişîn e.

Erdhej bi hêza 5.2 pileya rîxter e û her du parêzgehên Xorasana Rezewî û Bakurî hejandin. Xelkê bajarê Qûçanê bi temamî derketine derve.

Qaymeqamê Qûçanê Emîr Riza Meratî dibêje, tîmên hewarçûnê di amadebaşiyê de ne bo egera zerar û ziyanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst