Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê, 2 welatiyên kurd hatin kuştin û 4 jî cezayê darvekirinê derheqê wan derket.
Li paytexta Îran Tehranê, ciwanê kurd yê bi navê Fazil Fettahî piştî ku ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hatibû girtin, di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û termê wî ji aliyê Şaredariya Tehranê ve hat veşartin.
Li gor nûçeya malpera Kurdpa, berî çend rojan, kesên nenas xebera kuştina Fazil gihandine malbata wî ku xelkê bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Li aliyê din, kurdekî bi navê Semed Cihangîrî yê xelkê bajarê Selmas bi guleyên hêzên artêşa pasdarên Îranê hat kuştin.
Li gor heman çavkaniyê, Semedê 35 salî ku xelkê gundê Kapîk e, li ser rêya di navbera gundê xwe û bajarê Selmasê de hat kuştin û heta niha termê wî di destê pasdaran de ye.
Her li Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha înqîlaba Tehranê cezayê darvekirinê derheqê 4girtiyên kurd yên xelkê bajarê Sine birî.
Ew 4 girtiyên kurd ku di zindana Qizilhesar a Kerec de ne, bi navê Hamid Ehmedî, Cemşîd û Cîhangîr Dêhqanî û her wiha Kemal Melayî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse