Li Îranê pirsgirêka avê

Navenda Nûçeyan - Serokê Koma Paqijiya Hawirdorê ya Meclisa Îranê Mihemed Riza Tabeş diyar kir ku xetereyên li ser rezervên avê yên li Îranê xwe dane der.


Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Meclisa Îranê ICANA, Serokê Koma Paqijiya Hawirdorê ya Meclisa Îranê Mihemed Riza Tabeş ku li Festîvala Daristanan axivî û got: "Avûhewaya Îranê pir hesas e. Nabe ku em ava xwe zayî bikin. Xetereyên li ser rezervên me yên stratejîk ên avê xwe dane der."


Tabeş bal kişand ku li wî welatî piraniya rezervên avê, hatine bikarnîna û wiha pê de çû: "Di 36 salên dawiyê de 180 milyar metrekûp ava vexwarinê ku beramberî ji sedî 80yê rezervên ava me ye, hatiye bikarnaîn ku ev yek bobelat e."


Tabeş diyar kir ku li Îranê ji ber hişkiyê gol ziha dibin û wiha got: “Zihabûna golan a wekî Gola Urmiyeyê, ji bo welat pirsgirêkeke mezin a hawirdorê ye. Divê tevdîrên pêwîst û bilez bên standin.”