Rohanî: Ez ê nakokiya di navbera Îran û Erebîstanê de nehêlim

13-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Tehran (Rûdaw) - Namzedê reformxwazên Îranê yê serokomartiyê, Hesen Rohanî diyar kir ku ew ê nakokiyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ku vê dawiyê zêde bûne, ji holê rake.

Hesen Rohanî di hevpeyvînek ligel rojnameya Şerq el-Ewsed wiha got: “Ez ê nakokiya di navbera her du welatan de biguharînim hevkariyekê.”

Rohanî herwiha tekez kir ku Îran û Siûdiyê dikarin roleke erênî di pirsên herêmî yên sereke de bilîzin, ji wan jî wek ewlekariya li Kendavê.

Rohanî soz da ku eger bibe serokomar, ew ê têkiliyên bi welatên derdorê re baştir bike û destê xwe jî naxe nava karûbarên ti welatekî din.

Derbarê bernameya atomî ya Îranê de jî Hesen Rohanî tekez kir ku ew bername aştiyane ye û ne li dijî yasayên navdewletî ye.

Rohanî derbarê Sûriyê de jî axivî û wiha got: “Sala 2014an li Sûriyê gelek girîng e, ji ber ku dema serokatiya Beşar Esed diqede û divê hilbijartinên rastî û dûr ji destêwerdana biyanî pêk bên.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst