Îran: Me bi dron û mûşekan operasyon da destpêkirin

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi çend dron û mûşekên Kruiseyê êrişî Îsraîlê kir.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Supay Pasdaran a Îranê derbarê êrişê de daxuyaniyek weşand.

Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku “Ev êriş bersivek e ji cinayetên rêjîma siyonîst re.”

Li gorî medyaya Îsraîlê, Îranê bi dronan û mûşekan êrîşeke mezin li dijî Îsraîlê pêk anî.

 Herwiha rêberê dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî jî li ser hesabê xwe yê tora medyayî ya Xê got, “Rejima siyonîst tê cezakirin.”

Televîzyona fermî ya hikûmeta Îsraîlê KANN ragihandibû ku êrişa Îranê ya dihat çaverêkirin bi dronan dest pê kir.

KANN diyar kir ku di êrişê de di navbera 50 heta 100 dronen kamîkaze hatine bikaranîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa Îranê ya li ser welatê wî de daxuyaniyek da.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdeoyî de got:

"Welatiyên Îsraîlî di van salên dawî û heta van hefteyên dawî de jî xwe ji îhtimala êrişeke rasterast ji Îranê re amade dikin.

Sîstemên me yên parastinê hatine bicihkirin. Em hem ji her cure senaryoyan re, hem ji parastin û hem jî ji êrişê re amade ne.

Dewleta Îsraîl bi hêz e, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê bi hêz in, gelê me bi hêz e."

“Îranê bi dehan dron şandin Îsraîlê”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî ragihand ku Îranê bi dehan dron şandine asmanê Îsraîlê û em amade ne ku dema hatin wan bixin xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst