Parlamenterê Îranê gef li Erdogan xwar: Herî dawî Sedam çav berdabû axa me

12-12-2020
Nîşan Îran Tirkiye Elî Esxer Xanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlemeterê Îranî Elî Esxer Xanî li ser axaftina Erdogan ya li ya li Azerbaycanê kiribû, li ser Twitterê wêneyê Sedam ê dema bidarvekirina wî parvekir û wiha got, “Birêz Erdogan, kesê ku çav berdabû axa Îranê, rewşa wî ya dawî wiha bû.” Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî nerazîbûn li hemberî daxuyaniyên siyasetmedarên Îranî nîşan da û got “Em axaftina kirêt şermezar dikin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di dema serdana xwe ya Azerbaycanê helbesta Baxtiyar Vahapzade xwendibû. Xwendina helbestê nerazîbûnek çêkir, ji ber ku Bakurê Çemê Arasê berê parçeyek Îranê bû.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî ji ber xwendina helbestê bertek da Erdogan û lir hesabê xwe yê twitterê nerazîbûna xwe wiha anî ziman, “Serokkomar Erdogan nehatiye agahdarkirin ku heremên bakurê Arasê bi zorê ji welatê Îranê hatiye qetandin. Haya wî jê nebû ku ziyanê dide desthilatdariya komara Azerbaycanê? Tu kes nikare di derbarê Azerbaycana me ya xoşewîst de biaxive.”

Parlementerî Îranî Elî Esxer Xanî jî le ser hesabê xwe yê twitterê wêneyê Sedam Husên ê di dema îdamkirina wî de parvekir û gef li Erdogan xwar.

Elî Esxer Xanî li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsandiye: “Birêz Erdogan, kesê ku çav berdabû axa Îranê, rewşa wî ya dawî wiha bû.”

AK Partiyê nerazîbûn nîşa da

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li hemberî parvekirina li ser twitterê daxuyaniyek da “Em van axaftinên kirêt ên di derbarê Serokomarê me de hatine bikaranîn şermezar dikin”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Saîd Xatîbzade jî li ser twitterê ragihand ku Balyozê Tehranê yê Tirkiyê, Derya Ors ji ber helbestê hate bang kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst