Îranê gef xwar: Eger Amerîka li Sûriyê bide Îsraîlê zerer bike

12-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ji bo karûbarên erebî û efrîqî Husên Emîr Ebdullahiyan eşkere kir ku Amerîka agahdar kirine ku rûxandina rêjîma Sûriyê metirsî ye li ser ewlehiya Îsraîlê.

 

Di civînekê de ku derbarê Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Tehranê hatibû lidarxistin, Ebdullahiyan diyar kir ku eger di dema şerê DAIŞê de guhertineke siyasî ya bingehîn li Sûriyê çêbibe dê bandora wê yekê li ser ewlehiya Îsraîlê hebe.

 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê da zanîn ku welatê wî ev peyam bi awayekî zelal û eşkere gihandiye rêveberiya Amerîkayê.

 

Ebdullahiyan diyar kir ku derbarê şerê li dijî DAIŞê de, name di navbera Tehran û Washingtonê de hatine veguhestin û tekez kir ku welatê wî hişyarî daye Amerîka û welatên Rojava ku eger ew hewla rûxandina rêjîma Sûriyê bidin ev yek dê bibe metirsî li ser ewlehiya Îsraîlê.

 

Di destpêka kirîza Sûriyê de karsazê Sûrî Ramî Mexlûf ku kurxalê serokê Sûriyê Beşar el-Esed e, ji çapemeniyê re gotibû ewlehiya Îsraîlê girêdayî ewlehiya Sûriyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst