ÎRAN – Alîkarê Serokkomar îstifa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Cewad Zerîfê Alîkarê Serokkomarê Îranê ji erkê xwe îstifa kir.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh lîsteya wezîran pêşkêşî parlamentoyê kir.

Piştî ku ev lîste diyar bû Alîkarê Serokkomarê yê Karûbarên Stratejîk Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku wî dev ji erkê xwe berdaye.

“Ez şerm dikim”

Mihemed Cewad Zerîf bi rêya hesabê xwe yê torên civakî diyar kir ku ew ji karên xwe ne razî ye û got:

“Bê guman ez ji encama karên xwe ne xweş im.

Ez şerm jî dikim ku min nekarî fikrên lijneyên pispor, hebûna jinan û ciwanan û komên etnîk bi awayê ku min soz dabû li Kabîneyê cihê xwe bigirin.”

Mihemed Cewad Zerîf amaje bi lîsteya Mesûd Pizîşkiyan jî da got ku diyarkirina endamên Kabîneyê mafê serokkomar e.

Divê were gotin ku lîsteya Mesûd Pizîşkiyan ji 19 wezîran pêk tê.

Di vê lîsteyê de qet Kurd, Sunî, Belûç, Azerî û Ereb nînin û hemû wezîr Şîe ne.