Îran: Hêza Besîc xwe ji her êrişekê re amade dike

12-07-2017
Rûdaw
Nîşan Îran Hêza Besîc Êriş Xolamhusên Xêybpûr
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Saziya Besîc a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve ragihand, ew dê rehenda (aliyê) serbazî yê hêza Besîcê bi hêz bikin û tekez kir, ku Besîc dê xwe ji her êrişekê re amade bike.

 

Xolamhusên Xêybpûr îro çarşembiyê di civîneke endamên Saziya Besîcê de ragihand, wan biryar daye ku rehenda serbazî ya besîcê bi hêz bikin û di wê çarçoveyê de ew dê xûla perwerdeya serbazî bo fermandeyên Besîc vekin, da ku bikaribin hêzeke bihêz a serbazî pêk bînin.

 

Serokê Hêza Besîc a Îranê herwiha dibêje, merem ji bihêzkirina asta serbaziya Besîc, bi kar girtina wê hêzê bo rûbirûbûn û bersivdana gefan û parastina Komara Îsalmiya Îranê ye.

 

 Hêza Besîc yek ji 5 hêzên sereke yên Supaya Pasdaran a Îranê ye û ji aliyê rayedarên wî welatî ve weke hêza xelkê yan cemawer tê hesabkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst