Mana Esed ji bo Rohanî ne merc e

12-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê kampanyaya berbijar Hesen Rohanî ji bo helbijartinên serokatiya Îranê, Murteda Bank ragihand ku mana Esed ji bo wan ne merceke pêşwexte.

Murteda Bank bi rêya telefonê ji rojnameya Şerq el-Ewsed re axivî û got: “Eger Rohanî di helbijartinan de biser ket, emê hewl bidin ku hikûmeteke li ser bingehê lihevkirina niştimanî li Sûriyê were damezrandin.”

Bank diyar kir ku divê rola Esed di vê hikûmetê de hebe, lê mana wî ji bo me ne mercekî pêşwext e.

Murteda Bank herwiha diyar kir ku Rohanî girîngiyeke mezin dide têkiliyên Îranê yên bi dewletên cîran û bi taybetî jî têkiliyên ligel dewletên Kendavê.

Tê çaverêkirin ku roja Înê, helbijartinên serokatiya Îranê werin encamdayîn. Piştî vekişîna Mihemed Riza Arif, tenê Rohanî nûnertiya rewta reformxwaz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst