Li Îranê 507 kes hatine îdamkirin

12-04-2018
RÛDAW
Nîşan Amnesty International Îran Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku ji sedî 51 kesên di sala 2017an de hatine darvekirin, li Îranê bûne.

 

Rêxistina Lêborîna Navdewletî îro roja Pêncşemê (12.04.2018) rapora xwe ya salane derbarê cîbicîkirina darvekirinê li welatên cîhanê belav kir.


Li gor raporê, sala 2017ê ji xeynî Çînê, li seranserî cîhanê 993 kes hatine darvekirin.


Di rapora rêxistina navborî de wiha tê gotin, hikûmeta Çînê salane bi awayekî nehênî hezaran kes darvedike ku hejmara wan nayê zanîn.


Li gor wê rêxistinê: Di sala 2017an de, berhevkirin ligel sala 2016an, rêjeya darvekirinê li cîhanê ji sedî 4 û berhevkirin ligel 2015ê ji sedî 39 kêm bûye. Ji sedî 51 kesên di sala 2017an de hatine darvekirin, li Îranê bûne.


Li gorî Rapora Sala 2017 ya Amnesty International li Îranê bi giştî 507 kes hatine bidarvekirin û 501 ji wan zilam in û 6 jî jin in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst