Şêwirmendê Xamineyî: Rêkeftina Îran û Siûdiyê dawiya hegemonyaya Amerîkayê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, rêkeftina Îran û Erebistana Siûdî weke dawiya hegemonyaya Amerîka û destpêka serdemeke nû bi nav kir.

Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ji bo Karûbarên Leşkerî Yehya Rehîm Sefevî  behsa rêkeftina Îran û Erebistana Siûdiyê kir û got, ew rêkeftin erdhejeke siyasî ye û dawî li hegemonyaya Amerîkayê ya li herêmê tîne.

Yehya Rehîm Sefevî got, bi vê rêkeftinê re li herêma Kendavê “serdema piştî Amerîka û siyonîstan” dest pê kir.

Li gorî Rehîm Sefevî; tişta ku di paşerojê de rû bide, dê ji hemû tiştên ku heta niha rû dane cudatir be û Komara Îslamî di rewşek ewlekarî ya hestiyar da ye ku divê bi aqilane tevbigerin.

Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, eşkere kir, ku ew rêkeftin di berjewendiya her du aliyan de ye û dê aramiyê vegerîne navçê, bi taybetî li Rojavayê Asyayê.

Roja Înê Îran û Erebistana Siûdî li ser asayîkirina peywendiyan û vekirina nûnertiyên dîplomatîk li welatên hev li hev kirin.