Parlamenterên Îranê jî ji bo Chavez lome li Ehemdînejad kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî nerazîbûnên ku li dijî şêwazên sersaxiya serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ji bo serokê Venzuela Hugo Chavez, vê carê jî komek parlamenterên Îranê Ehmedînejad hişyar kirin û jê xwastin ku li gorî “pîvanên îslamî” tevbigere.

Li gorî nûçeya ajansa Mêhr a îranî, îro (12.03.2013) 18 parlamenterên Îranê bi awayekî nivîskî nerazîbûna xwe li hember şêwazên hevxemiya Ehmedînejad di merasima cenazeyê serokê Venzuela Hugo Chavez de nîşan dan.

Li gorî nûçeyê, parlamenterên han ji serokomarê Îranê xwastin ku li gorî pîvanên îslamî, dîplomasiya navdewletî tevbigere.

Serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad, ku Hugo Chavez wek “şehîd û besîcê rêka azadiyê” bi nav kiribû, di merasima cenazeyê Chavez de jî tabûta wî maç kiribû. Ehmedînejd her wiha dayika Chavez jî himbêz kiribû û giryabû.

Şêwazên şîna Ehmedînejad ji bo Chavez rastî gelek rexne û nerazîbûnên tund ên navxwe hatibû.

Serokê Venzuela Hugo Chavez, roja 05.03.2013 û di temenê 58 salî de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.