Parlementerê Sine: Gendelî û bêkarî li Îranê zêde bûye

Navenda Nûçeyan – Endamê Parlamentoya Îranê Ehesen Elewî ragihand ku divê ew cûdahiya navbera xelk û desthiladarên hikûmeta rabe û nêzîkbûn di navbera wan de çêbibe

 

Parlamnetêr bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê Ehesen Elewî ji medya xwecehî re ragihand ku gelek cûdahî ketiye navbera xelk û desthilatdaran û gazin û pêwîstiyên xelkê hatine piştguhkirin. Elewî tekez kir ku ev yek bûye cîhê nerazîbûnê welatiyan.

 

Nûnerê Sine got: “Beşekî mezin ji xelkê bêkarin û di rewşeke aloz de dijîn û giliyên wan bi cîh nabin. Ji hikûmet û desthildaran Îranê tê xwestin ku guh bidin daxwazin xelkê, û kêşeyên cîvakî jî çareser bikin.”

 

Bi gotina wî parlementerî rêjeya gendeliyê û bêkariyê zêdebûye û hejmara deyndarên bankayan bilind bûye.