Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û di rojeva wî de çend mijarên girîng hene.
Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê beşdarî civîna Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên pêkhênerên hikûmeta Îraqê bibe.
Ev serdana Nêçîrvan Barzanî ya ewil sala 2025an e û dê li Bexdayê bi serkirdeyên siyasî re bicive.
Nêçîrvan Barzanî dê bi aliyên siyasî re bicive
Li gorî agahiyên ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî, Serokê Encumena Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zîdan û Serokê Dadgeha Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd re hevdîtinan pêk bîne.
Tê çaverêkirin ku Barzanî her wiha bi Serokê Hevpeymaniya Fethê Hadî Amîrî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, Serokê Tevgera Hikmetê Emar Hekîm û serkirdeyên din ên Şîe û nûnerên partiyên siyasî re jî hevdîtinan pêk bîne.
Nêçîrvan Barzanî ji bilî van dê bi Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî Emmar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û çend serkirdeyên din re bicive.
Pirsgirêkên budceyê û mûçe dê bên gotûbêjkirin
Li gorî planan, di serdana du rojî de Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civîneke berfireh a birêveberiya hikûmetê bibe.
Hemû aliyên ku di hikûmeta Îraqê de cih digirin dê tevlî wê civînê bibin.
Nêçîrvan Barzanî pirsgirêkên budce û mûçeyan di civînan de di nav xalên rojevê de ne.
Pirsgirêka budceyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de par mijareke germ bû, îsal jî heman pirsgirêk berdewam dike.
Gelek karmendan mûçeyên meha Kanûna Pêşîn wernegirtine û hîn ne zelal e ka dê ev mûçe bên dayîn.
Li gorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî dê bi hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî yên din re bişêwire da ku pirsgirêkên derbarê budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bike.
Di vê civînê de dê nêrîn û pêşniyarên li ser rewşa Îraqê, pêşketinên herêmê û pirsgirêkên ku pê re rûbirû ne, werin gotûbêjkirin.
Her wiha di civînan de dê serdana Sûdanî ya hefteya borî ya Tehranê û rûdanên li Sûriyeyê jî werin nirxandin.
Di navbera Bexda û Hewlêrê de mijarên ku li benda çareseriyê ne ev in:
- Budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê
- Rêkxistinên yasayî yên hinartina petrola Kurdistanê
- Pirsgirêkên deriyên sînorî û bazirganiyê
- Madeya 140î û pirsgirêkên din ên herêmî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 12, 2025
🛑 Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê beşdarî civîna Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê bibe pic.twitter.com/BiwbuUdhXV
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse