Parlamentoya Îranê di mijara balafira Ukraynî de piştgirî da Supaya Pasdran

12-01-2020
RÛDAW
Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, Husên Selamî di civîna îro ya parlamentoya Îranê de.
Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, Husên Selamî di civîna îro ya parlamentoya Îranê de.
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Balafira Ukraynî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna îro ya parlamentoya Îranê de ku bi awayekê girtî û dûr ji çavê medyayê hat lidarxistin, parlamenteran piştgirî dan Supaya Pasdaran û ragihandin, ku Supaya Pasdaran hewl nedaye ku xistina balafira Ukraynî veşêre.

Îro Parlamentoya Îranê bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, Husên Selamî derbarê bûyera xistina balafira Ukraynî de ku ji aliyê hêza esmanî ya Supaya Pasdaran ve hatiye xistin, civîneke girtî saz kir.

Li gor medyayên Îranê di civîna îro de, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran têkildarî mijarê gotarek pêşkêş kir û ragihand, ku balafira Ukraynî bi qestî nehatiye xistin.

Berdevkê Desteya Serokatiya Parlamantoya Îranê, Esedullah Ebasî jî da xuyakirin, Husên Selamî di civîna îro ya parlamentoyê de gotiye, bi sedema wê yekê ku fermandarên Supaya Pasdaran çavdêriya cîbicîkirina plana êrîşa mûşekî ya li ser binkeyên Amerîkayê dikirin, nekarîne di dema xwe de rabigihînin ku wan balafir xistiye xwarê.

Piştî civîna îro, ji 290 parlamenteran 186 kesan daxuyaniyek îmze kirin û tê de piştevanî li Supaya Pasdaran kirin.

Roja Çarşemiya derbasbûyî 8ê Çileya 2020, di demekê de ku Îranê bi mûşekên balistîk êrîşî binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê û herêma Kurdistanê pêk anî, balafireke sivîl a rêwingan li Tehranê ket xwarê.

Di destpêkê de û heya 3 rojên paşê, berpirsên siyasî û leşkerî yên Îranê radigihandin, ku balafir bi sedema kêşeya teknîkî ketiye, lê belê piştî helwesta welatên cîhanê û bi taybet Kenda, Amerîka û Ukrayna bixwe û belavbûna çendîn vîdeyoyan li ser medyaya civakî ku têde dihat dîtin, li esman tiştekî wek mûşekê li balafirê dikeve û paşê balafir hêdî hêdî dikeve xwarê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Îranê bi daxuyaniyekê piştrast kir, ku balafira Ukraynî ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Îranê amaje bi wê yekê kiriye, ku balafir di encama şaşiyeke mirovî de bûye armanc û ti qest û niyetek ji bo xistina balafirê tinebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst