Balafireke Artêşa Îranê ket xwarê: 2 kuştî

Navenda Nûçeyan  - Balafireke Îranê li navçeya Çabehar li başûrê wî welatî ket xwarê û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

  

Li gor agahiyên ji medyayên Îranê, îro balafireke Îranê li navçeya Çabehar a girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistan ket xwarê û di encamê de her du pîlotên wê jiyana xwe ji dest dan.

 

Medyayên îranê ragihandine, balafira ku ketiye xwarê ji curê balafira rahênanê bûye.

 

Alîkarê Ewlehî-Siyasî yê Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê Elî Esxer Mîrşikarî derbarê bûyerê de ragihand, balafira ketî xwarê balafira Artêşa Îranê û ji curê rahênanê ye.

 

Derbarê sedemên ketina wê balafirê de jî got: Lêkolîn derbarê wê yekê de berdewam in û hêj nayê zanîn, ka sedem teknîkî ne yan jî sedemek din heye.