Navenda Nûçeyan - Balafireke Îranê li navçeya Çabehar li başûrê wî welatî ket xwarê û di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ji medyayên Îranê, îro balafireke Îranê li navçeya Çabehar a girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistan ket xwarê û di encamê de her du pîlotên wê jiyana xwe ji dest dan.
Medyayên îranê ragihandine, balafira ku ketiye xwarê ji curê balafira rahênanê bûye.
Alîkarê Ewlehî-Siyasî yê Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê Elî Esxer Mîrşikarî derbarê bûyerê de ragihand, balafira ketî xwarê balafira Artêşa Îranê û ji curê rahênanê ye.
Derbarê sedemên ketina wê balafirê de jî got: Lêkolîn derbarê wê yekê de berdewam in û hêj nayê zanîn, ka sedem teknîkî ne yan jî sedemek din heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse