Gera duyem a hilbijartinên parlamentoyê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Gera duyem a hilbijartinên parlamentoyê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û îro çarenivîsa 10 kursiyên parlamentoya Îranê yek alî dibe. Parlamentoya Îranê ji 289 kursiyên parlamenteriyê pêk tê.

Navenda Bilind a Hilbijartinan a girêdayî Wezareta Navxe ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, proseya dengdana gera duyem ya xûla yazdan a parlamentoya Îranê li yazde bazineyên hilbijartinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di demjimêr 8:00 serê sibehê bi dema Tehranê destpê kiriye û heya demjimêr 18:00ê êvarê berdeam dibe. 

Welatiyên ku mafên dengdanê hene, dikarin bi welatîname û karta niştimanî û bi cîbicîkirina rêkarên xweparêziya ji Coronayê yên wek bikaranîna maskan û herwiha bi pênûsa xwe ya taybet, li binkeyên dengdanê amade bin û dengê xwe bi kar bînin.

Ji ber belavbûna vîrusa Coronayê ew hilbijartin pênc mehan piştî dema xwe tên encamdan

Dema heftiyekê bû ku bangeşeya qonaxa duyem a hilbijartinên parlamentoya Îranê bo xûla yazdam berdewam bû.

Di hilbijartinên xûla yazdê de ku di meha Sibata îsal de birêve çûbûn, çarenvîsa 10 kursiyên parlamentoyê nehatiye yekalîkirin, ku 4 ji wan li Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gor yasaya hilbijartinên parlamentoya Îranê, di wan bazneyan de ku di gera yekem a hilbijartinan de ti berbijêrek nekare zêdetirî %20 dengan bi dest bîne, du kesên yekem ên gera yekem ku herî zêde deng bidestxistibin, di gera duyem de rikeberiyê dikin, daku çarenivîsa kursiya parlamenteriyê ya bazneyê diyar bibe.

Li gor encamên gera yekem, di dengdana îro de çarenivîsa kursiyên parlamenteriyê li bazneyên bajarê Bîcar li Sine, bazneya Îslam Ava û Dalaho û kursiyeke bazneya navenda bajarê Kirmaşanê û herwiha kursiya bazneya başûrê Îlamê ku ji bajarên Dêhloran, Dereşar, Abdanan û Bedreyê pêk tê, tê yekalîkirin.