Îran: Her kesê ku çûn û hatin li xalên ne fermî bikin dê rastî teqeyan bên

11-06-2018
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Kolber Şehriya Heyderî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Karûbarên Sinoran ê ser bi Wezareta Navxwe ya Îranê Şehriya Heyderî got ku tenê 15 xalên sînorî ji bo hawirdekirinê hene û her kesê ku çûn û hatin li xalên ne fermî bikin dê rastî teqeyan bên.

 

Rêveberê Karûbarên Sinoran ê ser bi Wezareta Navxwe ya Îranê Şehriya Heyderî di daxiyaniyekê de ragihand ku hêzên sînorparêz berpirsên parastina asayişa welat in. Heyderî herwiha got ku dema şevê li sînorên ne fermî kesek hatin û çûnê bike, hêzên sînorparêz nikarin ji hev cuda bikin ka kolbere, yan qaçaxçî ye yan jî dijberên hikûmetê ye.


Şehriya Heyderî derbarê rêkxistina karê ser sînor de got: “15 xalên sînorî ji bo hawirdekirina kelûpelan hatine diyarkirin û her çalakiyek li dervey wan cihên diyarkirî, neyasayî û ne fermî ne.”


Heyderî diyar kir ku li gor biryara nû, xalên sînorî yên nefermî ku berê bi awayê qaçax kelûpel têde dihatin derbaskirin, wê ji aliyê hêzên serbazî, polîs û hêzên sînorparêz ve bê daxistin û got: “Her core hatin û çûnyinek di wan rêyên sînorî de qedexe ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst