Li Îranê gotegota ‘alkol ji bo koronayê baş e’ bû sedema mirina 67 kesan

11-03-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Vîrûsa Koronayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaletên Huzistan, Elborz û Mazenderan ên Îranê di heyama hefteyekê de  ji ber alkola sixte 67 kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Zanîngeha Zanistên Tenduristî ya Ahvaz Cundîşapurê Elî Îhsanpur ji ajansa IRNAyê ajansa fermî ya Îranê û got ku li eyaleta Huzîstanê ji 6ê Adarê heta niha bi jehrîbûna ji ber vexwarina alkola sixte 502 kesan serî li nexweşxaneyan da.

Îhsanpur destnîşan kir ku li eyaleta Huzîstanê heta niha 40 kes ji ber vexwarina alkola sixte mirin û zarokek 15 salî jî di nav wan de cih digire.

Di axaftina xwe de Îhsanpur got: "Hin kesan îdia kirin ku alkol ji bo vîrûsa koronayê derman e û ev gotegot belav kirin. Di çareseriya vîrûsa koronayê de ti bandoreke alkolê nîne.”

Cîgirê Serdozgerê Ahwazê Elî Beyranvend jî destnîşan kir ku ji ber alkola sixte heta niha 17 kes hatine desteserkirin.

Ji aliyê din ve hat gotin ku li Elburzê 15 û li Mazenderanê jî 12 kes ji ber vexwarina alkola sixte mirin û bi tevahî 67 kesan canê xwe ji dest dan.

Ev yek di demekê de ye ku li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû 63 kesên din jî mirin û hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 354an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî gihîşt 9 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst