Fîşekên hewayî teqiyan û 7 kes mirin

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Erdebîla Îranê di kogehekê madeyên teqemeniyê yê fîşekên hewayî de teqîn pêk hat û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

 

Serokê Zanîngeha Pizîşkî yê Erdebîlê Qudret Ewexan Ekberî ragihand, di kogehekê madeyên teqemeniyê yê fîşekên hewayî de teqîn pêk hatiye û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye, 3 kes jî birîndar bûne. .

 

Ekberî da zanîn rewşa birîndaran giran e û piraniya laşê wan jî şewitiye û got; “Pizîşk niha mijûlî çareseriya birînên wan in.”

 

Dr. Qudret Exewan Ekberî herwiha diyar kir, ku teqîn pir bihêz bûye û dema mirov rewşa birîndaran dide berçav, dibe hejmara qurbaniyan zêdetir jî bin.

 

Bajarê Erdebîlê nnavenda parêzgeha Erdebîlê ye û dikeve bakûrê rojavayê Îranê. Piraniya nîştecihên vî bajarî azerî ne.

 

Her sal ligel nêzîkbûna Newrozê li gelek bajarên Îranê fîşekên hewayî û yariyên agirîn tên teqandin. Ji ber rûdanên teqandinê gelek kes zirarê dibînin.