Îran li xwe mûkir hat: Me firokeya Ukraynî bi xeletî xist

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkaniya Artêşa Îranê, ragihand ku firokeya Ukraynî bi xeletî hatiye xistin. Wezîrê Derve yê wî welatî jî ji ber bûyerê lêborîn xwest.

Sererkaniya Artêşa Îranê derbarê ketina firokeya rêwiyan a Ukraynayê de li Tehranê, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew firoke bi xeletî hatiye xistin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew firokeya Ukraynî li navendeke serbazî ya hestyar nêzîk bûye û ‘bi şêweyekî nexwastî û bi xeletiyeke mirovî’ bi ber mûşekeke sîstema berevaniyê ya Îranê ketiye.

Li gor daxuyaniyê , ew firoke ji Firokexaneya Îmam Xumeynî li Tehranê rabûye û bi nizmî bi ser wê navenda serbazî de derbas bûye.

Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand, “Lêkolînên hêzên çekdarî gihiştine wê encamê ku, mixabin şaşiyeke mirovî bûye sedema têkbirina firokeya Ukraynî û canjidestana 176 kesên bêtawan.”

Hesen Rûhanî diyar jî kir, “Lêkolînên me berdewam dibin bo diyarkirin û dadgehkirina vê xeletiyê.”

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê, ji ber xistina wê firokeyê bi ‘xeletî’ daxwaza lêborînê li xelkê Îranê kir.

Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berî du rojan li ser vê bûyerê ragihandibûn ku dibe Îranê bi xeletî ew firokeya Ukraynî xistibe.

Herwiha Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî derbarê bûyerê de ragihandibû ku ji çend çavkaniyên cuda zanyarî gihiştine ber destê wan ku ew firokeya Ukraynî ji aliyê Îranê ve hatiye xistin. Trudeau gotibû, "Dibe ku bi xeletî hatibe xistin."

Roja Çarşemê, 08.01.2020, firokeyeke rêwiyan a Ukraynî ya li ser hêla Tehran-Kievê, 6 xulek piştî rabûnê ji firokexaneya Tehranê, li nêzikî bajarê Şehriyar li parêzgeha Tehranê kete xwarê.

Di wê firokeyê de 167 rêwî û 9 kes ji tîmên xizmetguzariyê hebûn. Piraniya rêwiyan Îranî bûn, lêbelê hemwelatiyên Exanistan, Almanya, Swêd, Ukrayna û Kanadî jî tê de hebûn.

Herwiha 12 kes ji wan rêwiyan, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûn, lê hemwelatiyên Kanadayê bûn û yek ji wan jineke ducanî bûye. 5 kes xelkê Mehabad, dayik û zarokek ji Kirmanşanê û herwiha malbateke 3 kesî jî xelkê Seqizê bûn.