Parêzgarê Urmiyê: Parlamenterên Azerî rê nadin em guhertinan bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Urmiyê ragihand, parlamenterên Azerî yên bajarê Urmiyê rê nadin, ku guhertinan di postên rêveberatiyên giştî de bikin.

 

Mihemed Mehdî Şehreyarî ragihand, wan weke rêveberiya parêzgehê navê 10 kesan bo wergirtina çend postên rêveberiyên giştî yên wezaretên cuda yên Îranê dane naskirin, lê nûnerên bajarê Urmiyê li parlamentoya Îranê rêgiriyê li wê pêngava wan dikin.

 

Şehreyarî herwiha got, xelk wisa hizir dikin, ku gelek deshilatên parêzgar hene û dikare hemû karan bike û pirsgirêkan çareser bike, lê di rastiyê de ne bi wî awayî ye.

 

Bajarê Urmiyê sê parlementer di parlamentoya Îranê de hene û hersê jî ji pêkhateya Azerî ne. Nadir Qazîpûr, Rûhullah Hezretpûr û Hadî Behadorî sê parlamneterên bajarê Urmiyê di xûla dehem a parlamentoya Îranê de ne.

 

Di xûlên berê yên parlamentoya Îranê de, hemû caran parlamenterekî Kurd jî hebû, lê di xûla herî dawî de ti Kurd weke parlamenter nehatin hilbijartin. Kurdên Urmiyê rêveberiya wî bajarî ku di destê azeriyan de ye û Tehran jî piştgiriya wan dike, bi encamdana saxtekariyan di hilbijartinan tohmetbar dikin.

 

Urmiye yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku zêdetirî 3 milyon û 200 hezar kes nifûsa wê ye û Kurd zêdetirî %65ê nifûsa parêzgehê pêk tînin. Tevî ku nifûsa kurdan li wê parêzgehê û bajarê Urmiyê bi xwe jî zêdetir e, lê belê rêveberiya wê di destê Azeriyan de ye, ku li ser mezhenê Şîe ne û Tehran piştgiriya wan dike.