Îranê biryara pêşxistina bîrên petrolê yên Îlamê da

Navenda Nûçeyan - Wezareta Petrola Îranê plana pêşxistin û berfirehkirina bîrên petrolê yên parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê pesend kir.

 

Parêzgarê Îlamê Mihemedriza Murwarîd ragihand, ku Wezîrê Petrolê yê Îranê, Bîjen Zengene ji bo pêşxistina bîrên petrolê yên wê parêzgehê biryar daye. 

 

Mihemedriza Murwarîd bal kişande ser hevdîtina xwe li gel Wezîrê Petrolê yê Îranê û da xuyakirin, ku wan pêşxistina bîrên petrolê yên blokên neftî ya Çengole û Bîcarê û parzûngehên Dêhloran û Mêhranê gotûbêj kirine. 

 

Bi gotina Murwarîd, wan di wê hevdîtinê de herweha tekez li ser bikarbirina hêza kar a navxweyî di projeyên enerjiyê yên li wê parêzgehê de jî kirine.


Îlam yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku dikeve ser sînorê Iraqê û Başûrê Kurdistanê û di warê petrol û gazê de yek ji herêmên dewlemend ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye.