HILBIJARTINÊN ÎRANÊ – Parlamentoyê hişyarî da berbijêran

10-05-2017
RÛDAW
Parlamentoya Îranê
Parlamentoya Îranê
Nîşan Îran Hilbijartin SErokomar
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Navendên lêkolînê yên Îranê, derbarê sozên zêdekirina pereyê alîkariya dewletê ya ji bo malbatan de hişyarî da berbijêrên hilbijartina serokomariyê. Pisporên aboriyê dibêjin eger ev pere were zêdekirin dê rêjeya enflasyonê ji sedî 140 bilind bibe, herwiha dê nirxê dolar jî bifire. 

 

Di propagandaya hilbijartinên serokatiya Îranê de, bazara soz û qewlan germ e. Pir zehmet e, ku hinek ji wan sozan pêkwerin. Eger werin pêkanîn jî dê bibin sedema pirsgirêkên mezin.

 

Hikûmeta Îranê, li hember firotina petrolê, weke alîkariya dewletê, her meh 45 hezar tûmenê next dide malbatan. Niha yek ji mijara sozên berbijêran, zêdekirina vî nexta alîkariyê ye.

 

Serokê Navenda Lêkolînan a Parlamentoya Îranê Kazim Celalî dibêje: “Eger ev next 2 qat werin zêdekirin, ev pere jî bi girankirinkirina nirxê benzînê were dabînkirin, dê nirxê her lîtreyekê benzînê bibe 3 hezar tumen. Niha nirxê benzînê hezar tûmen e.”

 

Berbijêrê serokomariyê Mihemed Baqir Qalîbaf soza wê yekê dide, ku eger bibe serokomar dê pereyê alîkariyê 3 qat zêde bike û bibe 150 hezar tûmen.

 

Herwiha berbijêrê din ê nerîtîxwaz Îbrahîm Reîsî jî heman awayî rêjeya vê alîkariyê zêde bike.

 

Kazim Celalî liser vê yekê ji Mihemed Baqir Qalîbaf re nameyek şandiye û soza zêdekirina vê nextê rexne kiriye, hişyarî daye wî.

 

Endama Komîsyona Aborî ya Parlamentoya Îranê Mehsûme Axapûr Elîşahî jî hişyariya wê yek3e da, ku eger ev pereyê alîkariya dewletê were zêdekirin, dê enflansyon ji sedî 140 bilind bibe.

 

Pisporê aborî Seîd Leylaz jî dide xuyakirin, ku eger ev soz were bicîhanîn dê nirxê her dolarekî amerîkî bigihe 8 hezar tûmenan. Herwiha, eger ev rêje were zêdekirin, hikûmet dê neçar be bûdceya xwe kêm bike.  

 

Beriya niha Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî gotibû: “Berbijêr tenê di çarçoveya pesendkirinên parlamentoyê de dikarin behsa pereyên alîkariyê bikin.”

 

Larîcanî herwiha ji berbijêran xwestibû, sozên ku nekarin bicîh bînin nedin hilbijêran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst