Hewlêr (Rûdaw) - Di doza kuştina Balyozê Rûsya yê Enqerê Andrey Karlov de cezayê zindaniya heta hetayî li 5 kesan hat birîn.
Desteya Dadgehê bi tometa hewla rûxandina pergala destûrî û bi awayekî plankirî kuştina Andrey Karlov cezayê 2 caran zindaniya heta hetayî li Şahin Sogut, Ahmet Kılıçarslan û Salih Yilmaz birî .
Bi heman rengî Huseyin Kotuce û sîxurê berê Vehbi Kurşad jî bi cezayê zindaniya heta hetayî hatin cezakirin.
Wezareta Derve ya Rûsya, biryara dadgehê pêşwazî kir û got, berî kuştina Karlov, kesên ku li ser torên medyaya civakî çalakiyên Rûsya yên li Sûriyê belav kirin û keşûhewayeke neyînî çêkirin jî berpirsyarên vê bûyerê ne.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsya de tê gotin ku dadgeha Tirkiyê ew çalakiya terorîstî şermezar kiriye û pêwendiyên herdû welatan di van salên dawiyê de, rûbirûyî ezmûneke dijwar dibin.
Balyozê Rûsya yê Enqerê roja 19ê Kanûna sala 2016an li Navenda Hunerên Hemdem di dema pêşangeheke wêneyan de ji aliyê polîsê bi navê Mevlut Mert Altintaş ve hate kuştin.
Altintaş bixwe jî yekser li cihê bûyerê hatibû kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse