Xaminêyî û parlamentoya Îranê daxwaza qedexekirina vaksînên Amerîkî û Brîtanî yên Coronayê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî ragihand, ku ew ne li gel hawirdekirina vaksînên biyanî ye û divê anîna vaksînên Amerîkî û Brîtanî yên Coronayê bo Îranê bê qedexekirin, 200 parlamenterên wî welatî jî di daxuyaniyeke hevbeş de heman daxwaz ji hikûmetê kirin. Wezîrê Tendirustiya Îranê jî piştgiriya wê daxwazê dike.

Daxuyaniya wan parlamenterên Îranî piştî axavtinên Elî Xaminêyî tê, ku roja înêya bihorî ragihand, hawirdekirina vaksînên Brîtanî û Amerîkî bo Îranê qedexe ye. Xaminêyî got: “Hin guman hene ku ew welatana dixwazin vaksînên xwe li ser xelkê welatên din biceribînin, daku bizanin gelo bandora wan heye yan na.”

 Xaminêyî herwiha da xuyakirin, wî guman li vaksîna Fransî jî heye.

Parlamenterên Îranî di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe bo berhemanîna vaksîna Îranî ya taybet bi Coronayê nîşan dane û diyar kirine, “bi sedema nebûna belgeyên zanistî li ser berhemanîna vaksîna Coronayê ji aliyê kompanyayên biyanî ve, nebûna belgeyên pêwîst li ser asta tendirustî û bandora zanistanî ya vaksînên kompanyayên Amerîkî û Brîtanî, wiha baştir e ku vaksîn ji wan welatan ve neyê hawirdekirin.”

Ew parlamenter herwiha dibêjin, “Me belge hene ku nîşan dide ewan vaksînan bandora xirab li ser tendirustiya mirovan hebûye û rêjeya can ji destdanê zêde kiriye, lewma daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dikin, ku rê li hawirdekirina vaksînên ji wan kompanyayan bê girtin.”

Li aliyekê din, Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Seîd Nemekî jî piştgiriya helwesta Rêberê Îranê Elî Xaminêyî kir û got: “Amerîkayê rê nedida Îranê ku ji bo kirîna vaksînê pere veguhêze, niha mejiyekî tendirust bi vê yekê bawer dike, ku Amerîka vaksînê wek diyarî bide xelkê me.”

Seîd Nemekî got: “Gelek guman li ser awayê çêkirina vaksîna Coronayê ya Amerîkayê heye û renge bibe sedema têkçûna sîstema berevaniya laş.”

Demek e li Brîtanya û Amerîkayê bikaranîna vaksînên Coronayê dest pê kiriye û bi milyonan kesan li wan welatan vaksîn bi kar anîne.

Wezareta Tendirustiya Îranê û hikûmeta Kubayê jî ragihandine, ku kar li ser çêkirina vaksîneke taybet bi Coronayê dikin û ew vaksîn dê li herdu welatan bê ceribandin.

Berdevkê Saziya Xorak û Derman a Îranê, Kiyanûş Cehanpûr jî ragihandiye, “kirîna rasterast a vaksînê ji welatekî biyanî zûtir digihe encamê û hevdem hewlên ji bo kirîna vaksînê ji COVAXê jî berdewam in.”