Îbrahîm Reîsî: Em dê kesên destê wan di kuştina leşkerên me de hene ceza bikin

09-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Reîsî Xwepêşandan Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand, ku ew ê bi tundî wan kesên ku destê wan di kuştina hêzên wan de hene ceza bikin.

Serokkomarê Îranê Ibrahîm Reîsî roja Pêncşemê li mizgefteke Tehranê bi malbatên wan hêzên ewlehiyê yên ku di rûbirûbûna li gel xwepêşandêran de hatine kuştin civiya.

Di civînê de Îbrahîm Reîsî, xwepêşandan weke planeke li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir û got, ew welatên ku nikarîbûn planên xwe li hinek cihan pêk bînin, dê li Îranê jî nikaribin pêk bînin.

Her wiha got, li Îranê jin, zilam û ciwan li hember wê planê li ber xwe didin û ewê planê têk bibin.

Îbrahîm Reîsî soz da malbatên kuştiyan, ku ewê bi hûrî lêkolîn bikin û tawanbaran bi tundî ceza bikin.

Hikûmet, dadwerî û hêzên serbazî yên Îranê heta niha hejmara giştî ya endamên hêzên ewlehiyê yên di 84 rojên borî de hatine kuştin eşkere nekiriye lê medyayê navên 46 hêzên ewlehiyê û polîsên di wê heyamê de hatine kuştin belav kiriye. Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a li Îranê dibêje, ji destpêka xwepêşandanan ve 61 polîs û hêzên ewlekarî yên Îranê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst