Fuad Husên serdana Îranê dike

09-08-2021
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Seîd Xetîbzade Îran Iraq Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di demeke nêz de dê serdana Îranê bike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade li Tehranê di derbare mijarên rojeve de ji rojnamevanan re axivî.

Xetîbzade di axaftina xwe de dubare kir ku eger Amerîka vegere ser peymana nukleerî û dorpêçan rake, dê Îran jî vegere ser sozên xwe û wiha berdewam kir “Amerîka nikare bi zîhniyeta Trump emcamê werbigre. Divê hem zîhniyet bê guhertin, hem jî rastiyên li qadê bibîne. Ew jî dizanin û em jî dizanin ku siyaseta zexta herî zêde têk çûye. Dê îran bi tiştekî kêmtirî ji peymana nukleerê razî nebe.”

Di derbarê ji nû ve destpêkirina danûstendinên li Viyanaya paytexta Awusturyayê de Xetîbzade wiha axivî “Me ti carî van hevdîtinan terk nekir. Ji ber ku di rêveberiyê de guhertin çê bûn, dê mizakereyan de jî guheretin çê bibe. Serokkomar got ku di derbarê rakirina dorpêçan de ti dudiliya wî tine. Ev pêvajo dê berdewam bike.”

Berdevkê Wezarete Derve yê Îranê di derbarê pêşketinên li Efxanistanê de diyar kir ku gellek hevdîtinan pêk aniye û çareserî jî avakirina “hikûmeteke piralî” ye.

Herwiha Xetîbzade anî ziman ku Talîban parçeyeke pêşeroja Efxanistanê ye û got “li ser sînorên me pêşketin çê dibin, me hewl da ku em peyamekê bidin da ku divê sînorê Îranê aram bimîne. Talîban parçeyekî Efxanistanê ye. Me gotibû ku em amadene piştgiriyê bidin danûstendinan.

Li aliyê din Seîd Xetîpzade da zanîn ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên dê di demeke nêz de serdana Tehranê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst