Amerîkayê rûpelên torên civakî yên Cewad Zerîf dane girtin

09-08-2019
Nîşan Cewad Zerîf Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryareke Amerîkayê, rûpelên torên civakî yên Wezîrê Derve yê Iranê Mihemed Cewad Zerîf, hatin girtin.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê di nameyekê de bo kompaniyên Twitter, Facebook, Istagram daxwaz kir ku rûpel û hesabên Wezîrê Derve yê Iranê Mihemed Cewad Zerîf bi temamî bên girtin.

 

Li gorî medyaya Iranê, ev biryara Amerîka berdewamiya guvaş û dorpêçên wê ser Wezîrê Derve yê Iranê ne.

 

Berî niha û piştî ku Sipaya Pasdaran derbasî nav lîsta terorê bû,  her yek ji Tiwîtter, Facbook çend rûpel û hesabên serbazî yê Iranê girtin.

 

Amerîka piştî vekişîna ji rêkeftina atomî ya li gel Îranê, biryara sepandina sizayan bi ser wî welatî de dabû û di vê çarçovê de li ser hejmareke berpirsên wî welatî ku yek ji wan Cewad Zerîf e, siza û qedexe hatibûn ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst