Ruhanî sê jin weke cîgir û alîkar destnîşan kirin

09-08-2017
RÛDAW
Sê jin weke cîgir û alîkarên taybet ên serokomariyê hatin destnîşankirin
Sê jin weke cîgir û alîkarên taybet ên serokomariyê hatin destnîşankirin
Nîşan Hesen Rûhanî jin destnîşankirin cîgir serokomarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî sê jin weke cîgir û alîkarên taybet ên serokomariyê destnîşan kir.

 

Di kabîneya duyem a Hesen Rûhanî de, Meisûmê Ibtikar bû Cîgira Serokomar bo karûbarên jinan û malbatê, Leîya Cunêdî bû Alîkara Hiqûqî yê Serokomar û Şehînduxt Mulawêrdî jî bû Alîkara Serokomar bo karûbarên mafên welatiyan. Ji wan du kes, di kabîneya yekem a Rûhanî de jî cih girtibûn.

 

Li Îranê li ser rêya destnîşankirina jinan weke wezîr, astengî û arîşe hene. Lênêrîna regezî bo jinan, ne tenê bi beşeke dethilatdariyê pêwendîdar e, belkû lênêrîneke civakî ye.

  

Pêştir Mehmûd Ehmedînejad di sala 2009an de piştî hilbijartinê sê jin ji bo sê wezareta namzed kiribû, lê Parlementoya Îranê qebûl nekir û tenê jinek pejirand. Merziye Destcirdî weke Wezîra Tendirsutiyê hate qebûlkirin, lê Ehmedînejad heta dawî tehemul nekir û di nîvê rê de ji karê wê, ew dûr xist.

 

Vê carê parlemento beriya niha çiraya kesk ji bo wezîrên jin vêxistibû, ji ber vê bidestxistina dengan zehmet nebû. Herwiha beriya niha 157 endamên parlementoyê ji Ruhanî daxwaz kiribûn ku hin wezaretan bide jinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst