Rêxistina Besîc a Îranê êrişên komên îslamî li dijî Rojava şermezar kir

09-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêza xwebexş a Îranê ku wek “Besîc” tê naskirin, êrişên komên çekdar ên îslamî yên radîkal li dijî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê şermezar kir û berpirstiya wan êrişan xiste stûyê Amerîka û Ewrûpa.

Rêxistina Besîc a Îranê di nameyekê de bo sekreterê giştî yê NY Ban Kî Moon êriş û komkujiya çekdarên îslamî yên radîkal li dijî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya rêxistina Besîc, cîgirê berpirsê pêwendiyên navdewletî yê rêxistina Besîc di nameya xwe de bo Ban Kî Moon behsa êriş û komkujiya vê dawiyê ya komên çekdar ên îslamî li dijî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê bi taybet kuştina 450 kurdên sivîl ji aliyê çekdarên el Nusra ve kiriye û wiha gotiye: “Ew welatiyên kurd ên sivîl ên bêguneh ji aliyê terorîstên ku çek û hêza xwe ji Amerîka û Ewrûpa werdigirin, hatine kuştin.”

Di nameya wî rayedarê Besîc de encumena ewlehiyê ya NY bi bêdengî li hember komkujiya gelê kurd li rojavayê Kurdistanê hatiye tohmetbarkirin û wiha hatiye ziman: “Ev bêdengî di demekî de ye ku dema xeterek herî biçûk li ser berjewendiyên Amerîka hebe encumena ewlehiyê bi tundî bersiv dide.”

Di nameyê de her wiha amaje bi bêdengiya encumena ewlehiyê li hember tawanên din ên li dijî kurdan mîna operasyonên enfalê, kîmyabarana Helebce û Serdeştê û her wiha êrişên terorîstan li Iraqê hatiye kirin û hat ragihandin ku bêdengî li hember wan êriş û komkujiyan tê wateya ku li gorî qanûnên mafên mirov ên Amerîka “kurd û ereb” mirov nayên hesibandin.

Hêza xwebexş a Besîc sala 1979ê bi fermana rêberê şoreşa îslamî ya Îranê Ayetullah Xumêynî hat damezirandin û bi awayekî aktîf tevlî şerê Îran û Iraqê bû. Besîc beşek ji hêzên parastina şoreşê ku wek “hêzên pasdarên şoreşê” tên naskirin, e.


Besîc karîgeriyek kûr û bihêz li ser hemû warên dewlet û rêjîma îslamî ya Îranê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst