Li Îranê hejmarek mehkûm hatin efûkirin

Hewlêr (Rûdaw)  - Bi pesendkirina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî ji 619 girtiyan ji bo hinekan efû hat derxistin, beşek ji wan jî cezayê wan hat kêmkirin.

 

Li gor ofîsa Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî, li ser pêşniyaza Serokê Erka Darazê Îbrahîm Reîs û pesendkirina Xamaney cezayê 619 mehkûman hat kêmkirin û jê hinek jî hatin efûkirin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi wesileya Cejna Remezanê ji bo hin mehkûmên ku Dadgehên Şoreşê, Saziyên Cezayê Dewletê û Saziyên Darizandinê yên Hêzên Çekdar ceza dane wan efû hat derxistin, cezayê hinekan jî hat kêmkirin, lê li ser hejmara kesên hatin efûkirin û cezayê wan hat kêmkirin, agahî nehat dayîn.

 

Li gor destûra bingehîn a Îranê raya Xamaneyî heye ku mehkûman efû bike. Xamaneyî her sal li ser Erka Darazê ya Îranê di salvegera şoreşê, cejn û rojên olî de ji bo hejmareke girtiyan efûyê derdixe.