Wextê qonaxa duyem a hilbijartinên Îranê kifş bû – 28 Rojhilatî namzed in

09-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) – Wextê qonaxa duyem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê kifş bû. Li Rojhilatê Kurdistanê 28 namzed dê di qonaxa duyem de hevrikiyê bikin.

Ji ber ku di hilbijartinên giştî yên Îranê de, ku roja 27 Sibata îsal hatibû lidarxistin, beşek ji namzedan nekarîbûn dengên pêwîst bidest bînin, derbasî qonaxa duyem bibûn.

Komîsyona Hilbijartinan a Îranê ragihand, qonaxa duyem a hilbijartinan dê roja 29 Nîsana îsal were lidarxistin.

Li gorî encamên hilbijartinên 27 Sibatê, li Rojhilatê Kurdistanê 28 namzed derbasî qonaxa duyem bûne.

Hejmar û navên namzedên Rojhilatê Kurdistanê yên derbasî qonaxa duyem bûne ev in:

Eyaleta Ormiyê…

Ormiye: 4 namzed derbasî qonaxa duyem bûne dê 2 kes bên hilbijartin, 2 jê kurd in yên din jî azerî ne - Hakim Memikan (kurd), Mecîd Dodikanlû Mîlan (kurd), Hadî Behadorî, Rûhullah Hezretpûr

Selmas: 2 namzed derbasî qonaxa duyem bûne, tenê yek dê derbasî parlamentoyê bibe - Resûl Celayir, Şehrûz Berziger

Miyandav: 4 namzed derbasî qonaxa duyem bûne tenê kesek dê derbasî parlamentoyê bibe – Îsazade, Haşimî, Mîrzayî û Mohibîniya

Eyaleta Îlamê…

Îlam: 4 namzed derbasî qonaxa duyem bûne, 2 kes dê derbasî parlamentoyê bibin – Celal Mîrzayî, Letîf Sadiqî, Selam Emînî û Sara Fellahî

Dêhloran: 2 namzed derbasî qonaxa duyem bûne, tenê yek dê were hilbijartina – Şadmêhr Kazimzade, Elî Mihemed Ehmedî

Eyaleta Kirmaşanê…

Kirmaşan: 2 namzed derbasî qonaxa duyem bûne tenê yek dê were hilbijartin – Ehmed Seferî, Seyîd Seîd Heyderî Teyîb

Senqer: 2 namzed derbasî qonaxa duyem bûne tenê yek dê were hilbijartin – Seyîd Cevad Husênî Kiya, Mihemed Restigar

Eyaleta Sine…

Sine: 2 namzed derbasî qonaxa duyem bûne tenê yek dê derbasî parlamentoyê bibe – Seyîd Ehsen Elevî, Salar Muradî

Merîwan: 2 namzed derbasî qonaxa duyem bûne tenê yek dê bibe endamê parlamentoyê – Mensûr Muradî, Omîd Kerîmiyan

Hejmara nûnerên Rojhilatê Kurdistanê di Parlamentoyê Îranê de:

Ormiye: 12

Kirmaşan: 8

Sine: 6

Îlam: 3

 

Di qonaxa yekemîn a hilbijartinên Îranê de 221 namzed derbasî parlamentoyê bibûn, yên ku derbasî qonaxa duyem bûne dê ji bo 69 kursiyên din hevrikiyê bikin. Parlamentoya Îranê ji 290 kursiyan pêk hatiye, 5 kursî ji bo kêmîneyên olî ne.

Bi giştî li seranserî Îranê, 138 namzed dê di qonaxa duyem de hevrkiyê bikin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst