Li Îranê otobûs wergeriya: 19 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Mazenderan a Îranî otobûsek wergeriya û di qezayê de 19 kesan canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.

Li gor televizyona dewletê ya Îranê otobûsa ji Tehranê ber bi Gunbedê ve diçû, li herêma Duaba ya Mazenderanê wergeriya.

Li gor agahiyên destpêkê di qezayê de 19 kesana canê xwe ji dest dan, ji wan 9 zilam in, 9 jin  in bûn û zarokek jî di zikê dayîka xwe de canê xwe ji dest da û herwiha 24 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî midaxeleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.

Li Îranê di salê de kêmzêde 20 hezar kes ji ber qezaya trafîkê dimirin, sedemên sereke yên qezayê jî leza zêde, westan û bêxewiya ajokaran e.