Artêşa Îranê ev du roj in li Tengava Hurmuzê ya li Kendavê manoreke serbazî daye destpêkirin ku hêzên deryayî, esmanî û bejayî yên artêşê tê de beşdar in.
Di çarçova wê manora serbazî de artêşa Îranê du jêrderyayan û çendîn mûşekan test dike.
Berdevkê wê manora serbazî Mehmûd Mûsewî ji medyaya Îranê re ragihand, testkirina wan çekên ku li navxweya Îranê hatine berhemanîn, diselmîne ku amborgoya çekan a li ser Îranê ti karîgeriyek nebûye.
Artêş, hêza serbazî ya rêkxistî û sereke ya Îranê ye, lê piştî serkeftina `Şoreşa Îslamî` ya Îranê, hêzeke bi navê Supaya Pasdaran jî hat avakirin.
Çavdêrên siyasî û aliyên opozisyona Îranê, her tim wê rexnê li desthilata Îranê digirin ku artêş piştguh kiriye, budceya wê gelek kêmtir e ji ya Supaya Pasdaran û çekên wê jî kevintir in.
Wêne: AFP