Artêşa Îranê li kendavê balafireke bêpîlot xist
Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îranê li bajarê Mahşehr nêzikî kendavê balafirek bêpîlot xist.
Li gor zanyariyan hêzên Îranê li bajarê Mahşehr ku ser bi parêzgeha Xuzîstanê ve ye û li peravên kendavê cih digire, balafireke bêpîlot xist.
Fermandarê Fermandariya Berevaniya Asmanî ya Artêşa Îranê ElîRiza Sebahîferd, xistina wê balafira bêpîlot ji aliyê hêzên wan ve piştrast kir û diyar kir, “Bêyî ku ew balafir xwe bigihîne herêmên hesas ên welatê me, bi mûşekan hat xistin.”
Parêzgarê parêzgaha Xuzîstanê Xulamriza Şerîatî jî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re aşkere kiriye, hatibû tespîtkirin ku ji saetên sibehê ve balafireke bêpîlot li asmanî bajarê Mahşehrê digere. Guman tê de nîne ku ya welatekî biyanî ye.
Berevaniyê ya Amerîkayê jî aşkere kiriye ku ew balafira bêpîlot ne ya Amerîkayê ye.