Artêşa Îranê li kendavê balafireke bêpîlot xist

08-11-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Artêşa Îranê Kendav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îranê li bajarê Mahşehr nêzikî kendavê balafirek bêpîlot xist.

Li gor zanyariyan hêzên Îranê li bajarê Mahşehr ku ser bi parêzgeha Xuzîstanê ve ye û li peravên kendavê cih digire, balafireke bêpîlot xist.

Fermandarê Fermandariya Berevaniya Asmanî ya Artêşa Îranê  ElîRiza Sebahîferd, xistina wê balafira bêpîlot ji aliyê hêzên wan ve piştrast kir û diyar kir, “Bêyî ku ew balafir xwe bigihîne herêmên hesas ên welatê me, bi mûşekan hat xistin.”

Parêzgarê parêzgaha Xuzîstanê Xulamriza Şerîatî jî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re aşkere kiriye, hatibû tespîtkirin ku ji saetên sibehê ve balafireke bêpîlot li asmanî bajarê Mahşehrê digere. Guman tê de nîne ku ya welatekî biyanî ye.

Berevaniyê ya Amerîkayê jî aşkere kiriye ku ew balafira bêpîlot ne ya Amerîkayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst